SHANAHAN: DIBE EM TIRKIYE JI PROJEY F-35’AN DERXÎNIN

Kirîna S 400 ên Rûsî ji aliyê tirkiyê ve bûye krîz di navbera Emerîka û tirkiye de.
Nûnerê Wezêrê Parastinê yê DYE Patrick Shanahan got;
Ger tirkiye di kirîna S 400 an de bi israr bimêne, dibe ku em neçar bimên Tirkiye ji projeya F 35’an derxînin.

Patrick Shanahan doh li Washingtonê bi rojnamevanan re hat gel hev.

Shanahan diyar kir ku ti guhertin di nêrîna wan ya di debrarê kirina dewleta tirk ji çeka S-400 a Rûsî neguheriye û ev hişyarî da;

Ger tirkiye di biryara kirina S 400 an de bi israr bimêne, wê demê em ê neçar bimên ku wan ji projeya çêkirina balefira F 35 dur bixin.

Her wiha berpirsên Pentegonê jî ragihandibû ku wan di debrarê helwesta tirkiyê de nîqaşên berfireh kirine û her tişt li gel wan zelal e.

Wezîrê Parastinê yê Dewleta tirk Hulusî Akar doh di televsiyonek ya Tirkî de careke din teqez kir ku ew ji kirîna s 400’ên Rûsî gavê paşde na avêjin.

Wisan xuyaye ku bi nêzîkbûna dema bicihkirina S-400’ên Rûsî li tirkiyê re wê ev krîza di navbera Emerîka û Tirkiyê de hîn zêdetir kur bibe.

Leave a Reply

Back to top button