Îmarat: Divê Tirkiye piştgiriya tevgera Ixwanî rawestîne

Îmarat bang li Tirkiyê kir ku ger bixwaze têkiliyan bi dewletên Ereb re jinûve ava bike, divê piştgiriya xwe ji bo Tevgera Ixwanî rawestîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê, Enwer Qerqaş derbarê nakokiyên Îmarat bi Tirkiyê re axivî.

Enwer Qerqaş got ku alozî û nakokiyên wan bi Tirkiyê re ji encamaê berdewama Tirkiyê ya piştgiriya Tevgera Ixwanî ye.

Qerqaş diyar kir ku di xaka Tirkiyê de gelek rêveberên Tevgera Ixwanî û alîgirên wan hene û destnîşan kir ku dewletên herêmê hewil didin ku fikira Ixwanî ya tundraw bi dawî bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê, Enwer Qerqaş destnîşan kir ku Îmarat dixwaze têkiliyên normal bi Tirkiyê re ava bike ku li ser rêzgiritina serweriya herdu welatan be.

Enwer Qerqaş bang li Tirkiyê kir ku ger bixwaze têkiliyan bi dewletên Ereb re jinûve ava bike, divê piştgiriya xwe bi Tevgera Ixwanî li hindirê Tirkiyê û cîhanê rawestîne.

Back to top button