Rêveberiya Xweser: Tenduristiya nûnerê me Cîhad Hesen xirab bûye

Rewşa tenduristî ya nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen ku ev 53 roj in ji aliyê PDK`ê ve hatiye revandin, xirab bûye.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku wan agahiyên piştrast girtine ku rewşa tenduristî ya nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen ku ev 53 roj in ji aliyê PDK`ê ve hatiye revandin xira bûye.

Rêveberiya Xweser: PDK`ê ji jiyana nûnerê me Cîhad Hesen berpirsyar e

Nûnertiya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku PDK`ê ji rewşa Cîhad Hesen berpirsyare û wiha got:

“PDK`ê ji jiyana hevalê me Cîhad berpirsyare, berê pirsgirêkên wî yên tenduristî hene û hiştina wî di rewşa girtinê de xeteriyê li ser wî zêdike, ev jî jiyana wî dixe metirsînê.

Ji lewra em ji aliyên peywindîdar di PDK`ê de dixwazin demil dest nûnerê me yê Hewlêrê berdin.”

Back to top button