Pûtîn li Kremlînê bi Paşînyan û Aliyev re civiya

Serokê Rûsya Vladimir Putin bi serokomarê Azerbeycan Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re li Mosko civiya.

Mijara sereke ya nîqaşê rewşa li herêma Qerebax ya Çiyayî bû.

Ev civîna yekemîne ku alî piştî agirbesta li herêma Qerebaxê tên pêşberî hev.

Di civîna ku li ser daxwaza Rûsya pêk hatî de, ji bo çareseriyê gavên werin avêtin wê bên diyarkirin.

Putin keyfxweşiya xwe ya pêkanîna agirbesta li herêma Qerebaxê anî ziman.

Putîn ji aliyan xwest ku balê bidin li ser çareseriya rewşa jiyanî, diyarkirina xetên sînor û parastina cihên dîrokî.

Piştî civîna sêalî wê Putîn bi herdu aliyan re civînên taybet pêk bîne.

Li Êrîvanê xwepêşandêran berte nîşanî Paşinyan da

Beriya serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan berê xwe bide Mosko li paytext Êrîvanê çalakiyek ya şermezarkirinê pêk hat.

Xwepêşandêrên tevlî çalakiyê bûn, li balefirxaneya navnetewî xwestin çûyîna Paşînyan asteng bikin.

Back to top button