HPG: Ji ber êrîşa hêzên PDK’ê 3 gerîla birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî derbarê êrîşê de daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir hêzên PDK’ê roja 13’ê Kanûnê êrîşî du wesayitên gerîla kirine û di encamê de 3 gerîla birîndar bûne, rewşa 2 ji wan giran e.
HPG’ê eşkere kir, kesên ku ev êrîş plankirine û pêkanîne berpirsyar in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa hêzên bi ser PDK’ê ku 13’ê Kanûnê li dijî gerîla pêk anîn û di encamê de 3 gerîla birîndar bûn, daxuyaniyek da.

HPG’ê destnîşan kir 13’ê Kanûnê saet 10:00’ê serê sibê de li nêzî gundê Reşankê yê nehiya Zawite ya navçeya Duhokê, hêzên taybet ên PDK’ê wesayitek rawestand û wiha got;

“Di vê wesayîtê de hevalên me û endamên rêxistineke dost hebûn. Hêzên PDK’ê ku dîtin ên di hundirê wesayitê de gerîla ne, bi rengekî giran gule li wesayitê reşandin.”

HPG’ê da zanîn 13’ê Kanûnê danê êvarê saet di 20:30’î de, li herêmeke di navbera gundên Kanê û Sergelê yên navçeya Amediyê ku bi salane wesayitên me lê diçin û tên, wesayiteke me ya di rê de bû ji aliyê wesayitên zirxî yên bi çekên giran ên PDK’ê ve hate dorpêçkirin û wiha dewam kir;

HPG: Kesên ku êrîş plankirine û pêkanîne berpirsyar in

“Wesayita me bêyî bisekine rêya xwe dewam kir, lê hêzên PDK’ê bi dijwarî gule lê reşandin. Li ser vê yekê şer qewimî û di encamê de 3 hevalên me birîndar bûn û rewşa 2 ji wan giran e.”

HPG’ê diyar kir, biryar hatiye dayîn ku bi rêk û pêk pêşî li wesayîtên gerîla bê girtin û êrîşan pêk bînin û wiha bi dawî kir;

“Bûyerên ku qewimîne ji ber vê êrişkariyê ye. Yên ku ev êriş plan kirine û bi cih anîne berpirsyar in.”

Back to top button