Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan îro bi torenekê erka xwe dewir girtin.
Hevşaredaran gotin: “Em bi saya têkoşîna gelê xwe bi ser ketin niha jî dem dema xizmetkirina ji xelkê berxwedêr ê Wanê re ye.”
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan îro erka xwe dewir girtin.
Şaredarî bi torenekî ji Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê yê berê Mûstafa Avci ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin dewir hate girtin.
Toren li avahiya şaredariyê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
“Gelê me bi bidestxistina 14 şaredariyan dîrokeke nivîsand”
Li wir Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û got:
“Me bi bidestxistina 14 şaredariyan dîrokeke nivîsand.
Xelkê Wanê bi îrade û berxwedana xwe du caran dîrok nivîsand.
Em bejna xwe li hemberî vê îradeyê ditewînin. Dost û dijmin em ê xizmeta xwe nîşanî her kesî bidin.”
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Ev serketin ya gelê me ye
Hevşaredar Abdullah Zeydan jî diyar kir ku gelê kurd tu caran qeyûm nepejirand û ev tişt anî ziman:
“Me her 14 şaredarî jî xespa qeyûman rizgar kirin û kirin şaredariyên gel.
Ev ked a gelê me ye, ew bi ser ketin. Em ê bi hev re vê şaredariyê birêv bibin û dest bi xizmetê bikin. Roj roja xebatê ye.”
Herî dawî jî hevşaredar Neslîhan Şedal jî da zanîn ew ê bajarê xwe bikin navenda jin, ciwan, ekolojî û hilberandinê û destnîşan kir ku ev serkeftin a gelê Wanê ye.
Li ser îtîraza AKP’ê, hilbijartina li navçeyên Curnê Reş û Xelfetiyê wê bên dubarekirin