HRW li ber peymana ye ya têkildarî koçberan rabû

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ragihand ku ev wê bibe sedema kiryarên neyînî yên li dijî penaberan.

Wezîrên Karên Hundir ên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di 8’ê Hezîranê de li Luksembûrgê li hev kom bûn û li ser rêbazên penaberiyê yên navbera welatên endamên yekîtiyê li hev kirin.

Peymana ku bêyî ewlehiyên têrker werbigire rêbaza bi lez dike, dema destgîrkirinê zêde dike û bi rengekî ne ewle vedigerîne, bûye cihê nerazîbûnê.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) hişyarî da ku ev peyman dikare bibe sedema binpêkirina mafên mirovan.

Peyman ji bo her kesên bi rengekî nerêk û pêk koçber bûne, yan jî piştî ku ji deryayê hate rizgarkirin serlêdana penaberiyê dikin, ‘prosedureke sînor’ a bi lez ava dike.

Di dema vê prosedurê de ku heta şeş mehan dikare dewam bike, penaber wê li avahiyên mîna girtîgehan bêne hiştin.

Welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin bi vî rengî prosedurên dersînorkirinê bi lez bikin.

Peyman cih dide gotina ‘welatê sêyemîn ê ewle’ ku her welat dikare mirovan bişîne û xwe dispêre pênaseya ‘têkiliya’ bi wî welatî re ku xumamî ye.

Ev jî dikare bibe sedema wê yekê ku mirov ji wî welatê jê derbas bûye bê şandin, ku qet mafekî xwe lê nîne.

HRW’yê bi vî rengî nerazîbûn nîşanî peymanê da.

Biryarên welatên ye bo penaberan

Li gorî biryara Wezîrên Karê Derve yên YE, welatên endam ku penaberan qebûl nekin wê serê her penaberekî 20 hezar euro bidin welatên penaberan digirin.

Di qonaxa yekem de salane herî zêde 30 hezar penaber wê bên qebûlkirin.

Demê nirxandina serlêdana penaberiyê wê herî zêde 6 meh be.

Di nava welatên YE de, tenê Polonya û Macarîstan li dijî peymanê derketin, Bulgarîstan, Malta, Lîtvanya û Slovakya jî bêalî man.

Lê biryar ji bo hemû welatên endam derbas dare.

Back to top button