Heyeta dadgehê biryar da ku Çîçek Kobanê neyê berdan

Di dema êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li ser Serê Kanî û Girê Spî de, Çîçek Kobanê bi birîdarî ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve hatibû girtin. Çîçek ku îro derket pêşberî dadga dagirkeriyê, nehate berdan.

Çîçek Kobanê ku 21’ê Cotmeha 2019’an li gundê Mişrefa ya Eyn Îsa ji aliyê çeteyên derwleta tirk a dagirker ve hat girtin.

Îro cara yekemîn li Rihayê, Çîçek derket pêşberî dadgeha dewleta tirk a dagirker.

Çiçek ya ku li girtîgeha Tîpa T îfade da, diyar kir ku bi vîna xwe tevlî hêza herî rêxistinbûyî bû û wê çek bi kar neaniye.

Çîçek careke din teqez kir ku tenê di nav xebatên alîkariya mirovî de cih digirt.

Parêzerê Çîçek Hîdayet Enmek jî pirsî gelo kê muwekîla wî girtiye kir û wiha got:

Derbarê birîndarbûna wê tu agahî tune.

Ev girtin dûrî hiqûqê ye.

Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir û biryar da ku Çîçek neyê berdan, û rûniştin taloqî 28’ê Tîrmehê kir.

Back to top button