Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyniyekê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û got: Rêhevalên me Arîn Kobanê û Sorxwîn Celal di encama êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a dagirker li Kobanê şehîd bû.
Em soz didin ku tola van êrîşan yek bi yek hilînin.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyniyekê nasnameya 2 şehîdên ku 3’ê Nîsanê di encama êrîşa esmanî ya dewleta Tirka dagirker de li Kobanê şehîd bûn eşkere kir.
YPJ’ê sersaxî ji malbat her du şehîdan re xweser û diyar kir ku dê tola van êrîşan hilînin.
Derbarê kesayet, sekin û têkoşîna şehîd Arîn Kobanê de YPJ’ê wiha got:
Hevala me Arîn Kobanê di malbateke welatparêz û dilsozê dozê hate dinyayê û bi vê çandê jî mezin bû.
Di temeneke ciwan jî di nav têkoşîna şoreşê de cih girt û bû yek ji kedkarên jêhatî yên şoreşa azadiyê.
Bi feraseta parastina gelê xwe, bi pîvanên milîtanî erka xwe pêk anî û pêşengtiyeke xurt da meşandin.
YPJ’ê derbarê hevriya xwe Sorxwîn Celal jî wiha got:
Hevala me Sorxwîn Celal ku ji eşîreta Pinyanişî ya welatparêz li Çelê hate dinê bi çanda resen ya Kurdewarî mezin bû.
Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piştevaniya dewleta faşîst û qirker ya Tirk êrîşê Kobanê kirin, berê xwe da bajarê berxwedanê.
Hevala me Sorxwîn di sala 2014’an tevlî berxwedana Kobanê bû.
Di pêngava Tilberak û Tilhemis heya şerê li Hesekê û Serêkaniyê, tim li eniya pêş û bi rola pêşengtî rabû.
Fermandar Sorxwîn ku fermandareke dilmezin bû, karî her şervan û hevaleke xwe di dilê xwe de bi cih bike.
Li gorî daxuyaniyê nsnameya her 2 şehîdan wiha ye:
Nsnameya Hevrêyên Me Yên Şehîd Wehaye:
Nasnav: Sorwîn Celal
Nav û Paşnav: Vahide Atalay
Navê Dayikê: Hüzneycan
Navê Bav: Haci
Cih û Dîroka Şehadetê: 03.04.2024/Kobanê
Nasnav: Arîn Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: 03-04-2024