Jinên Kurd di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” serdana Vatîkanê kirin.
Di serdanê de hevdîtin bi Rayedarê Sekreteryaya Vatîkanê pêk hat û dosyayên têkildarî jiyana Rêber Apo û tecrîda giran hat pêşkêşkirin.
Raydaran jî diyarkirin ku ew ji rewşa Rêbe Apo û gelê Kurd agahdarin û sozdan ew ê van dosyayan radesetî serokê olî Francîs bikin.
Li bajarê Birîmen yê Almaniyê jî ji bo Rêber Apo kart hatin şandin û şitil hatin çandin.
10’ê Cotmeha 2023’yan Kurdistanî û dostên wan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ragihandin.
Di çalakiyên dewam yên vê çarçoveyê de şandeyek ji Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) serdana Vatîkanê kirin.
Di merasîma hêkasor (Paskalya) ku li Qada Azîz Petrus pêk hat û serokê olî Francîs tevlî bû de 47 jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî bal kişandin.
Piştî merasîmê bi sekreterên serokê olî re hevdîtinek pêk hat.
Di hevdîtinê de dosyayek li ser jiyana Rêberê Apo 3 dosyayên cuda yên li ser tecrîd û şer hatine amadekirin, hatin pêşkêş kirin.
Raydaran jî diyarkirin ku ew ji rewşa Rêbe Apo û gelê Kurd agahdarin û sozdan ew ê van dosyayan radesetî serokê olî Francîs bikin.
Li Almaniya jinan ji bo Rêber Apo qert şandin û şitil çandin
Li aliyê din li bajarê Birîmen yê Almaniyê jî bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Apo qert şandin û şitil çandin.
Rêxistinên jinan û malbatên şehîdan yên li bajaêr li navenda Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê hev kombûn.
Di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê Xezal Yalçin axivî û got:
“Rojbûna Rêbertî di heman demê de rojbûna jinan û rojbûna mirovahiyê ye.”