Pisporên Ereb: Li himberî destwedanên Tirkiyê yekbûna Ereb û Kurdan pêwîste

Pispor û şîrovekarên siyasî yên Ereb li hember gef û xetereyên li ser gelên herêmê girîngiya avakirina yekbûna Kurd û Ereban li Rojhilata Navîn destnîşan kirin.Şîrovekaran gotin “Heke bêdengiya Ereban dewam bike dê dewleta Tirk beşên din ên xaka Sûriyê û Iraqê dagir bike.”

Dewleta Tirk a dagirker destwerdan û dagirkeriya xwe ya li hember dewletên cîran didomîne.

Pispor û siyasetmedar jî dibêjin destwerdanên dewleta Tirk gefa herî mezin li ser gel û aramiya herêmê ye.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê iraqî Ebas Ezîz ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku niha pêwîstiya herêmê bi rakirina nakokiyên neteweyî û hizbî heye.

Ebas Ezîz destnîşan kir ku pêwîstiya herêmê bi nêzîkbûneke kurdî-erebî heye û wiha domand:

”Heke bêdengiya Ereban dewam bike dê dewleta Tirk bi navê şerê li hemberî PKK’ê rewşeke nû ya dagirkirina beşên din ên xaka Sûriyê û Iraqê ferz bike”.

Rewşenbîrê ji Filistînê Yasir Ebû Seydo jî destnîşan kir ku Ereb û Kurd bi sedên salan wekî yek netew bi hev re jiyan. weke Selahedîn El Eyûbî ku heta niha bi sembola rizgariyê tê naskirin.

lêkolînera Urdinî Danêla El Qeran: Yekbûna Kurd û Ereban her kesî diparêze

Lêkolînera Urdinî Danêla El Qeran îşaret pê kir ku li gel zext û destwerdanê li ser herêmê tifaqa erebî-kurdî pêwîst e.

Danêla El Qeran da zanîn ku herêm bi giştî di nav nakokiyên derve yên mezin de ye û wiha got:

“Tirkiyê hewl dide îdelojiya xwe ferz bike da ku hêviyên xwe yê zindîkirina împaratoriya Osmanî pêk bîne. Ji ber vê yekê dewletên herêmê Sûriyê û Iraqê dike hedef û rêzê li hemberî serdestiya dewletan nagire.”

Danêla El Qeran di dawiyê de anî ziman ku xetereya herî mezin îdeolojiya rejîma Tirk e ku herêmên dewletên erebî wekî beşek ji xaka xwe ya dîrokî dibîne.

Back to top button