“Pêngava Dem Dema Azadiyê ye” dikeve qonaxa duyemîn

​​​​​​​Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya Rêber Apo bi çalakiyên berfireh dikeve qonaxa duyemîn.
Hevserokê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Neîmî da zanîn ku di çarçoveya qonaxa duyemîn de ew amadekariya lidarxistina komxebateke li ser asta Rojhilata Navîn dikin da ku kongreyeke cîhanî bi mijara rewşa qanûnî ya rêber Abdullah Ocalan li dar bixin.

Piştî dîlgirtina rêber Ocalan di 1999’an de bi komployeke navneteweyî ve, kesayetên cîhanê, gelek pêngavên fikrî û qanûnî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li dar xistin.

Pêngava “Dem dema azadiyê ye” ku 10’ê Îlona 2020’an KCK’ê ragihand yek ji wan e.

Di demeke kurt de sazî û rêxistinên sivîl û gelek kesayetên navdar yên ji çar hêlên cîhanê piştgirî dan vê pêngavê.

Niha jî amadekariya qonaxa duyemîn a Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya 2’emîn tê kirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn Neîmî axivî.

Mihemed Emîn Neîmî: Li dijî tecrîdê li ser asta Rojhilata Navîn wê kongreyek were li darxistin

Neîmî diyar kir ku hemû parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya qanûnî ya pêngava “Dem dema azadiyê ye” ya 2’emîn û li gorî merheleyan ji bo pêkanîna armancên pêngavê dixebitin.

Parêzer Neîmî destnîşankir dewleta Tirk a dagirker hemû pîvan û qanûnên navneteweyî, bi cezeyên hincetên derew tecrîda li ser Rêber Ocalan giran kiriye û got:

“Emê vê sûc û binpêkirinê bi parêzerên cîhanî re nîqaş bikin.

Niha em amadekariya lidarxistina kongreyeke qanûnî li ser asta Rojhilata Navîn dikin.

Dê di kongreyê de emê li ser hemû bendên qanûnî yên der barê rewşa rêber Ocalan û binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî wî bi kar tîne nigaş bikin.”

Dawî, Mihemed Emîn Neîmî di dawî de bang li CPT û hemû rêxistinên parastina mafê girtiyan kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bi erka xwe rabin.

Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê bi dewr girtina jinan di hefteya 532’an de ye

Li aliyê din çalakiyên ji bo azadiya rêber Apo, li Ewropa jî bênavber dewam dikin.

Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê yê Fransa di hefteya 532’an de ye.

Çalakiya ku li nêzî saziyên Ewropayê tê lidarxistin, her hefte bi komeke ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dewam dike.

Nobedarên vê hefteyê jî endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) yên ji bajarê Bremenê ne.

Çalakgeran bang li saziyên navneteweyî kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin.

Back to top button