Rûsya dîplomatekî Îtalya dersînor kir

Krîza dîplomasî kûr dibe û kesên nayên xwestin jî zêde dibin.
Di navbera Rûsya û welatên Ewropayê de şerê dîplomasî gur bûye.
Moskova li dijî biryara Îtalya ya dersînorkirina 2 dîplomatan, bi derxistina dîplomatekî Îtalî bersiv da.

Wezareta Karê Derve ya Rûsiya bi daxuyaniyeke nîviskî ragihand ku wan konsolê Îtalya li Moskowayê Pasquale Terracciano re ragihandiye ku Alîkarê Ataşe ê Karên Parastinê yê Konsolxaneyê Îtaliya Ka Paçevîcî li Rûsyayê kesekî nayê xwestine.

Moskowa ev biryar bi kariyarên nedustane û neheq yên hêzên Îtaliya li dijî konsolxaneya Rûsiya ya li Romayê girê da.

Ji bo dersînorkirina Ka Paçevîcî ji axa Rûsyayê, 24 saet dem hatiye diyar kirin.

Wezareta Karê Derve ya Îtaliya jî daxûyaniyek da û got:

Em ji biryara Rûsyayê ya dersînorkirina alîkarê ataşeyê deryayî gelekî xemgîn in.

Ev biryareke bê bingeh û neheqe.

Li hemberî dersînorkirina 2 dîplomatên Rûsî, Moskowa biryarekî tolhilîner da.

Di hefteyên dawî de aloziya di navbera Rûsiya û welatên Ewropayê de zêde bûye.

Ev yek bi kirîza navbera Rûsya û Çekayê ve destpêkir û bi navê kirzîa ” derxistina dîplomatan ” tê bi navkirin.

Di çerçoveya kirîza dîplomasî ya navbera Çekya û Rûsyayê de, Serokwezîrê Slovakiya Edward Heger jî 22 Nîsanê ragihand bû ku welatê wî biryara dersînorkirina 3 dîplomatên Rûsî daye.

Back to top button