Macron û Putin peywendiyek telefonî pêk anîn

Moskova ya ku di aliyê krîza dîplomasiyê de rojên zehmet derbas dike li rêyek çareseriyê digere.
Serokdewletê Rûsya Putin li gel Serokomarê Fransa Macron axivî.
Di mijera lideran de, ji Ukrayna bigre heta Qerebax, Navalny û Çekya hebû.
Putin careke din li ser mijara xweseriya herêma Donbasê israr kir.

Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Fransa Emmanuel Macorn derbarê herêma Çiyayî ya Qerebax, Vîrûsa Corona, têkliyên Rûsya-Çekya û lîderê mixalîfên Rûsya Alexei Navalny axivîn.

Koşka Kremlînê têkildarî peywendiya navbera serokan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Putin: Ji bo herêma Donbas divê xweserî were dayîn

Kremlîn diyar kir ku Putin di hevdîtinê de fikarên xwe yên li ser aloziya li rojhilatê Ukrayna aniye ziman û wiha gotiye:

Putin îşaret bi helwesta Kîev ya alozkirina rewşa heyî û ji nedîtina peymana Minskê ve hatiye. Her wiha hate xwestin ku bi herêmên Donetsk û Lugansk danustandin werin kirin. Ji bo herêma Donbas jî xweserî were dayîn.

Kremlîn: Macron li ser hevdîtina bi Zelenskey re agahî da Putin

Kremlînê ragihand ku Macron têkilarî hevdîtina xwe ya li gel Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskey agahî daye Putin.

Di peywendiya navbera herdu lîderan de, mijara herêma Qerebaxa Çiyayî jî hate nîqaşkirin.

Rûsya îdia kir ku piştî peymana 10 Mijdar 2020 û heta 11 Çileya 2021 rewş aram bûye.

Putin helwesta Çekya bi “bêaqilane” binav kir

Mijara krîza dîplomasî ya navbera Moskova û Praga jî yek ji xalên sereke yên nîqaşê bû.

Putin helwesta çekya bi “bêaqlane” binavkir.

Lîderê mixalîfên Rûsya Alexei Navalny jî cihê xwe di rojeva lîderan de girt.

Kremlînê di daxuyaniya parvekirî de anî ziman ku Putin û Macorn li ser mijarê bi berfirehî axivîne.

Di peywendiyê de aliyan li ser hevkariya navnetewî û bûyerên nû yên navbera herdû welatan de li hev kirine.

Back to top button