Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan têkildarî rewşa dawî ya herêmên gundewarên Idlib û Hemayê agahiyên nû belav kirin.
Hêzên rejîma Sûrî bi dijwarî herêmên gundewarê Idlib û Hemayê topbaran kir.
Tenê herêma Xan Şêxon a gundewarê başûrê Idlibê bi zêdetirî 10 fûzeyan hat toparankirin.
Her wiha hêzên rejîmê bajarokên Xiwên, Cercenaz, Temani’a, herdu gundên Sihyan û Hîş ên gundewarên başûr û başûr-rojhilatê Idlibê da ber topan.
Bajarokên Litamine, herêmên derdoran Morik, herêmên Cêsat, Sexir, Erbîin ên gundewarê bakurê Hemayê jî para xwe ji topbaranê xwarin.
Di encamê de ziyanên maddî çêbûn.