HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ (HRE): LI GUNDÊN ŞERA 40 ÇETE HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên, roja 4 gulanê ji sibeha û heta derengiya şevê, gundên navçeya Şera topbaran kirin.. Artêşa tirk û çeteyên wê hewl didan derbasî gundê Merenaz û Malkiyê bibin. Lê rastî berxwedaniya Hêzên Rizgariya Efrînê hatin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihan ku, êrîş hat şkandin û 40 çete û leşkerên Dewleta Tirk hatin kuştin.

Ji doh ve bi hezaran ji Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di bin sîwana balafirên keşfê de, gundên tije sivîl ên navçeya Şera, Şêrawa û Şehba tobaran kirin..

Li dijî van êrîşan jî Hêzên rizgariya Efrînê çalakiyên xwe zêde kirin.

Di çalakiyên li gundên Şera ya Efrînê de derbên xurt li artêşa tirk û çeteyên wê hatin xistin.

Hêza Rizgariya Efîrnê têkildarî şerê ji doh heta niha bi daxuyaniyeke nivîskî agahî parvekirin.

Hêzên rizgariyê destnîşan kir ku, li ser bersivdayina wan bi taybetî li gundên Malkiyê û Merenaz şer derket..

Di encamê de hewldanên artêşa Tirk û çeteyên piştî 12 saetan ji şer,vala derketin..

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn, komeke leşker ya li gundê Meyremînê hatibû bicihkirin, ket kemîna hêzên Rizgariyê..

Di encamê de, 4 leşkerê Artêşa Tirk 2 ji wan bi payayên Yûzbaşî û Binbaşî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn..

Hêzên Rizgariya Efrînê teqez kir ku, bi giştî 40 leşker û çeteyên Dewleta Tirk hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn..

Lê belê artêşa Tirk êrîşên xwe li ser deverên sivîlan dewam kir û bi qasî 25 gundên navçeyên Şer, Şêrawa û hermên Şehba hatin tobpbarankirin..

Di encamê de gelek ziyan gihiştin malên sivîlan..

Leave a Reply

Back to top button