Nûnerê Rûsya yê NY: Divê Emerîka bîrên Petrolê li Sûriyê vegerîne

Rûsya bang li Emerîkayê kir ku bîrên pertolê li rejîma Sûrî vegerîne.

Li ser zimanê nûnerê xwe Dmitry Poliansky yê NY, Rûsya ev bang li Emerîkayê kir.

Poliansky di axaftinekê li pêşiya Konseya Ewlekariyê de diyar kir ku divê Sûriye ji hebûna leşkerî ya ne rewa paqij bibe û got:

Divê hêzên Emerîkî yên bîrên petrolê xistine bin kontrola xwe, wan li hikumeta Sûrî vegerînin.

Petrola Sûrî ji Sûriyê re ye, tiştekî Emerîkayê tê de tuneye.

Nûnerê Rûsî ev yek bi talankirinê bi nav kir.

Di meha borî de, serokê Emerîkayê Trump piştî biryara vekişînê, biryara parastina petrolê ji DAIŞê da.

Li ser vê jî, hingê wezîrê derve yê Rûsyayê Lavrov ev yek red kir.

 

Leave a Reply

Back to top button