Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Fehid Ewad El Sayil li Goristana Şehîdan spartin axê .
Şervanê QSD’ê Fehid El Sayîl doh bi merasîmekê hat oxirkirin.
Li ser navê QSD`ê endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Retîbe El Selfîc axivî.
Retîbe El Selfîc sersaxî ji malbata şehîd Fehid re xwest û got:
“Bi saya xwîna şehîdan, herêm rizgar bû.
Lê terorek din tevî çeteyên xwe derketin ji bo ku herêmên me dagir bikin .
Erdogan dixwaze xeyala osmaniya berê pêk bîne.
Lê bi saya şehîdan em li ber xwe didin.
Em dev ji bosteke axa xwe bernadin ”.
Hevserokê meclisa malbatên şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemûd jî axivî û got:
“Em ji dijmin re dibêjin, dest bi herêmên me nedin.
Hûn ê di vî şerî de bi bin kevin ji ber ku doza me adil e.”
Merasîm bi spartina cenazeyê şehîd ji axa pîroz re bi dawî bû .