Çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê êrişê 2 gundên ku di kontrola hikumeta Şamê de ye kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê rêya Dêra Zor-Reqayê ya stratejîk kontrol kir û êrişî 2 gundên li Rojavayê Dêra Zorê kir ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê doh êrişî bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên di navbera Reqa û Dêra Zorê de kir.

DAIŞ’ê bendên xwe li ser rêya Dêra Zor-Reqa ya stratejîk bi cih kirin û êrişî 2 gundên navçeya Tebnî ya rojavayê Dêrazorê kir.

SOHR’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ ê li dora gundê Qesabî û Biweyda bi cih bûn û heta niha çarenûsa leşkerên hikumeta Şamê yên li bendên navborî nayê zanîn.

SOHR’ê aşkera kir ku hêzên hikumeta Şamê ji Dêra Zorê gelek hêz sewqî herêmê kirin, ji bo ku rê ji nû ve kontrol bike.

Dewleta Tirk êrişî Minbic û Şehba kir

Back to top button