165 rojin agahî Ji rojnamevan û Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed nayê girtin.
Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.
Di 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 165 rojin agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek belav kir û got:
“Revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye. ”
Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.