Ji rojnamevan Silêman Ehmed 164 rojin agahî nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 164 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û windaye.
Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 164 rojin agahî nayê girtin.

Ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Başûr ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman de nehatiye ragihandin.

Rêveberiya PDK’ê bêdeng e

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê agahiyek derbarê Silêman de neda.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî NY dabûn.

Her wiha Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û gotin:

“PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.

Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.”

162 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji alîyê PDK’ê hatiye revandin

Back to top button