Dewleta Tirk di sala 2020’an de 814 donim erdên Heftanînê tune kirine

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2020’an de, li herêma Heftanîn a Başûrê Kurdistanê tenê, 814 donimên ku tije dar in, tune kirine.

Tirkiyeya dagirker li herêmê Heftanîn a ku dikeve nava sînorên Zaxo û Duhokê, di bin navê çêkirina rê û avakirina baregehan de, jîngehê têk dibe.

Tirkiyê sala borî tenê bi hezaran darên Heftanînê birîne ku bi 400 kamyonan bar kiribûn, piştre firotin.

Li gorî hesabên zanyarên jîngehê, evqas dar; zêdeyî 814 donim dike.

Ji van doniman, 120 li sînorên Başûr, 694 donim jî, li sînorên Bakurê Kurdistanê ne.

Dewleta Tirk daran bi rêya cerdevanan dibire û difiroşe.

Kompaniyek Mencet Înşaat a li Şirnexê ku Metîn Babat rêveberiya wê dike, daran bi kamyonan vediguhêze bajarê Dîlokê û li wir difiroşe.

Dewleta Tirk a dagirker niha plan dike ku bi heman şêweyî erdnîgariya herêma Metîna jî wêran bike.

Tirkiyeya dagirker, digel êrîşên leşkerî, jîngeha Kurdistanê talan dike. Jixwe vê yekê bi hevkariya PDK’ê pêk tîne.

Back to top button