Fermandarê Lîwa Sîwar Idlib Îskender Ela: Tirkiye Idlib kiriye navenda terorê

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib a hêzên Cebhet El Ekrad Îskender Ela destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam Idlib veguhastin navenda terora cîhanî û got:
“Xwepêşandanên gel piştrast dikin ku şênî hebûna dagirker û çeteyan qebûl nakin.
Şêniyên Idlibê projeya Rêveberiya Xweser dixwazin, ev tişt ne tenê li Idlibê her wiha li Siwêda û tevahî herêmên Rejîma Baas pêkan e.”

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib a hêzên Cebhet El Ekrad Îskender Ela rewşa dawî ya Idlibê ya di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de nirxand.

Îskender Ela bi bîr xist Heyet Tehrîr El Şam a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye amadekirin Idlib kirine navenda terorê û got:

“Dewleta Tirk bi rêya vê komê berjewendiyên xwe dimeşîne.

Di salên dawîn de bi taybetî di 2013 û 2014’an de Heyet Tehrîr El Şam bi desteka dewleta Tirk hemû komên şoreşger ên niştîmanî tune kirin û dest danî ser Idlibê.

Heyet Tehrîr El Şam bi rêya teror, kuştin, revandin, bacan û destdirêjiyê zextê li şêniyan dikin da ku li gorî siyasetên wan bimeşin.

Xwepêşandanên gel ên li bajarê Idlibê çêbûne, piştrast dikin ku şênî hebûna dagirker û çeteyan qebûl nakin.”

Ela anî zoman armanca sereke ya şêniyên Idlibê ew e ku ji fikrê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xelas bibin û got:

“Girtîgehên li Idlibê wek ên Rejîma Baas in û hejmara girtiyên li ba Heyet Tehrîr El Şam jî wek a li ba rejîmê ye.

Armanca çeteyên Cebhet El Nusra û komên tundraw tunekirina me bû.

Ji ber vê yekê em ji Idlibê derketin, me berê xwe da Efrînê û em tev li hêzên Cebhet El Ekrad ên di bin siya Hêzên QSD’ê de bûn, ji ber ku me fikrê neteweya demokratîk, biratiya gelan û wekhevî lê de dît.”

Fermandarê Lîwa Sîwar Idlib: Şêniyên Idlibê projeya Rêveberiya Xweser dixwazin

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib a hêzên Cebhet El Ekrad Îskender Ela destnîşan kir ku nakokî û pevçûnên di navbera çeteyan de diqewimin bi fermanên dewleta Tirk a dagirker pêktê û got:

“Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê şoreşger û welatparêzan dûr dixe û fikrê Îxwan Muslimîn a terorî li herêmê belav dike.

Dema em bi şêniyên xwe yên Idlibê re diaxivin em dibînin ku ew projeya Rêveberiya Xweser dixwazin, ev tişt ne tenê li Idlibê her wiha li Siwêda û tevahî herêmên rejîma Baas ê jî pêkan e”

Back to top button