ALDAR XELÎL: GELÊ ME LI DIJÎ HILWEŞANDINA SÛRIYÊ ŞER KIRIYE

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Aldar Xelîl nivîsek di malpera CNN Erebî de weşand. Di nivîsê de, Aldar Xelîl balê dikişîne ser gefên dewleta Tirk û bandora wê li herêmê. Parastina projeya demokratîk li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jî, Aldar Xelîl weke erkeke exlaqî bi nav kir.

 

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl nivîsek di malpera CNN Erebî re weşand.

Di nivîsê de, Aldar Xelîl bal kişand ser berxwedana pêkhateyên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî li hember aliyên şerxwaz di Sûriyê de.

Aldar Xelîl got ku gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û turkmen ji bona ku rê li pêşiya şer bigirin, projeya biratiya gelan pêşkêş kirin.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku gelê me li dijî hewldanên hilweşandina Sûriyê şer kir û wiha nivîsnad:

“Di dema ku piraniya hêzan di şerê bi DAIŞ’ê re paşve gav avêtin, gelê me û di nava 4 salan de bêtirî 11 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan, ev jî pareke mezin ji erka me di parastina mirovahiyê de bû.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê domand û got ku li hember van hewldan û qurbaniyan, serokê dewleta Tirk Erdogan ê ku Efrîn û ji sedî 10 ji xaka Sûrî dagir kiriye, bi astengiyan xwe dide pêş.

ALDAR XELÎL: ÇETEYÊN 50 DEWLETÎ YÊN LI HERÊMA ME, JI BO TEVAHÎ CÎHANÊ METIRSÎ YE

Aldar Xelîl bi bîr xist ku li herêmên Rêveberiya Xweser, çeteyên ji 50 dewletî hene û wiha domand:

“Ev çete ji bo tevahiya cîhanê metirsiyek e, di dema ku em hewl didin çareseriyekê bibînin, dewleta Tirk bi bihaneyên dûrî rastiyê gefan li herêma me dixwe, lewre, ji tevahiya cîhanê tê xwestin helwesteke zelal li hember van gefan nîşan bidin.”

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Aldar Xelîl nivîsa xwe ya ji malpera CNN Erebî re wiha bi dawî kir:

ALDAR XELÎL: PARASTINA GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ERKEKE EXLAQÎ YE

“Em ji bo projeyeke demokratîk û rast li herêmê têdikoşin, projeyên din xizmeta aramiya Sûriyê nakin.

Dewleta Tirk hewl dide projeya Ixwan El-Musilmîn a ku aloziyê kûrtir dike, pêk bîne.

Li aliyê din, rejîma Ba’as a ku sedema sereke ya derketina aloziyê bû, li holê ye.

Lewre, parastina projeya demokratîk a gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li hember gefên dewleta Tirk, erkeke exlaqî ye.”

Leave a Reply

Back to top button