Lîtvanya beşdarbûna Swêd û Fnlandiya bo NATO erê kir

Swêd û Fînlandiya gav bi gav nêzî NATO dibin.
Di pêvajoya erêkirina endamtiya van welatan bo NATO yê de, hewildanek zêde heye.
Piştî Meclisa Nûneran ya Amerîka, Lîtvanya jî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO yê qebûl kir.

Swêd û Fînlandiya di 18’ê Gulanê de ji bo endamtiya NATO yê serlêdanên fermî pêk anî bû.

Ev welatên ku bi dehê salane bi bêalîbûna xwe tên naskirin, niha dixwazin di bin sîwana NATO yê de xwe ji metirsiya êrişeke li dijî Rûsya biparêzin.

https://www.aa.com.tr/tr/dunya/litvanya-isvec-ve-finlandiyanin-natoya-katilimini-onayladi/2641314

Hat ragihandin ku protokola endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê ji aliyê Parlamentoya Lîtvanya ve hat qebûlkirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî yê Lîtvanya Arvydas Anusauskas li ser hesabê xwe yê Twitterê ev nûçe ragihand.

Anusauskas got,

“Parlamentoya Lîtvanya, endamtiya Swêd û Fînlandiyan a NATOyê pejirand.” daxuyanî da.

Meclisa Nûneran ya Amerîka endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO erê kir

Beriya niha Meclisa Nûneran a Amerîkayê biryara piştgiriya endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê qebûl kir.

394 endamên Meclîsa Nûneran piştgirî dan pêşnûmeyê.

18 endamên Partiya Komarê ev pêşnûme red kirin.

Ji bo ku Swêd û Fînlandiya bibin endamên NATOyê, divê parlementoya her 30 welatên endamên hevpeymaniyê erê bike.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê pêvajoya erêkirina Parlamentoyê bi erêkirina Senatoyê, Meclîsa Bilind a Kongreyê biqede.

Di pêşnûmeya ku ji aliyê Meclîsa Nûneran a DYA’yê ve hatiye qebûlkirin de, daxwazên beşdarbûna herdû welatan weke “biryara dîrokî” hate binavkirin.

Meclisê ji welatên din jî xwestin ku bi fermî piştgirî bidin her du welatan.

Endambûna Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê bi êrîşa Rûsyayê ya 24’ê Sibatê ya li ser Ukraynayê derket pêş.

Krîza ku ji ber dijberiya Tirkiyeyê ya li hemberî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya bo NATO’yê derketibû, di lûtkeya sê alî ya 28’ê Hezîranê li Madrîdê de bi pêşengiya Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg hate, derbaskirin.

Li aliyê din Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da û diyar kir ku wan di çarçoveya hesasiyetên Tirkiyeyê de helwesteke pir zelal û teqez nîşan daye.

Erdogan careke din gef li van welatan xwar ku ew ê pêvajoyê bicemidînin.

Erdogan anî ziman ku Swêd di vê mijarê de îmajeke baş nîşan nade û got,

Helwesta me weke Tirkiye di vê mijarê de gelekî zelal e, yên mayî bi xwe dizanin.

Back to top button