DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK’ê da

Rejîma AKP-MHP’ê bi veguhestina leşker, polîs û diziyê ve li bajarên Bakurê Kurdistanê weke Qers, Bedlîs, Şernex û navçeyên Xelfetî, Curnê Reş ê Rihayê vîna gel xesp kirin.
Li dijî vê bêhiqûqiyê DEM Partî ji bo betalkirina hilbijartinên herêmên navborî serî li lijneya Hilbijartinê da lê serdanê wî hate redkirin.
Cihê ku weke Xelkfetî ku DEM Partî serket serdana AKP’ê hate qebûlkirin û hilbijartina navçeya Xelfetî hate betalkirin.

Di hilbijartinên xwecihî yên Bakurê Kurdistanê de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi dek û dolaban li gelek bajar û navçeyan vîna gel xesip kirin.

Ji wan bajaran yek jî bajarê Qersê bû.

Rejîma faşîst bi bikaranîn dengê 3 hezar 842 leşkerî ve şaredariya bajêr desteser kir.

DEM Partî li dijî vê yekê serî Lijneya Hilbijartinê ya navçe, bajêr da lê her dû serlêdan jî hatin redkirin

Herî dawî DEM Partî ji bo betalkirin û nûkirina hilbijartina Qersê serî Lijneya Bilind a Hilbijartinê-YSK’ê da.

DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da

Li bajarê Bedlîsê jî bi vegûhestina hezaran leşker û polîsa ve heman lîstik pêkhat.

Ev jî nebesbû 2 hezar û 18 dengên DEM Partiyê nederbasdar hatin hesibandin.

Ji bo deng li tevahiya Bedlîsê jinûve bên hejmartin, DEM Partiyê ya Bedlîsê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da lê ev îtîraz hate redkirin.

Piştî serlêdana wê ya ji bo ji nû ve hejmartina dengan a li navenda Bedlisê hat redkirin DEM Partiyê serî li YSK’ê da.

Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan diyar kir ku ev biryareke bêhiqûqî ye.

Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bedlîsê Nezîr Karabaş jî wiha got:

“Li her sindoqa ku gelê Bedlîsê lê hilbijêr bû AKP di sindoqê de ma.”

Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin

Li Şirnexê jî DEM Partî ji bo betalkirina hilbijartina Şirnexê serî li dozgeriyê da.

Îtîrazên ku ji lijneya hilbijartinê ya bajêr re hatine kirin jî hatine redkirin.

Li dijî vê yekê DEM Partiyê û bi sedan welatî çalakiyek lidarxistin û tê de daxuyaniyek dan û gotin:

“Ew ê ku hatiye hilbijartin jî diz e.

Heta em encamekê bistînin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Li ser daxwaza AKP’ê hilbijartina Xelfetiyê hate betalkirin

Li aliyekî din jî DEM Partî bi ferqekî 906 dengan li navçeya Xelfetiyê ya Bajarê Rihayê şaredarî bi dest xistibû.

AKP ji bo betalkirina hilbijartina navçeyê bê ku hincet nîşan bide serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da, lijneya ku ya desthilatê ye ev daxwaz qebûl kir, biryar da ku hilbijartin jinûve were lidarxistin.

Xelkên Xelfetiyê bi daxuyaniyek li dijî biryarê bertek nîşandan.

Hevşaredarên bajarê Wanê mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gelên berxwedêr kirin

Back to top button