3 DAIŞ’î li bajarê Samirayê hatin girtin

Li Iraqê, 3 çeteyên DAIŞ’î di operasyoneke hêzên Ewlehiyê de hatin girtin.

Şaneya ragihandinê ya hêzên Ewlehiyê ya Iraqî diyar kir ku hêzên istixbarata leşkerî li bajarê Samira’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke istixbaratî pêk anî.

Li gorî heman çevkaniyê, di encama operasyonê de, 3 DAIŞ’î hatin girtin.

Di 2 vê mehê de jî, ji ber teqîna ku li Kerkûkê pêk hatibû û çeteyên DAIŞ’ê girtibûn ser xwe, fermandarek û 2 leşkerên Iraqî hatinbûn kuştin.

Back to top button