FBI kesê ku gef li Biden dixwar kuşt

Craig Robertson gefa kuştinê li Serokê Amerîka Joe Biden xwarin.
Robertson di oparasyoneke FBI de hate kuştin.

Craig Robertsonê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gef li Serokê Amerîkayê Joe Biden xwar.

Beriya serdana Biden a eyaleta Utahê Robertson di operasyona ku ji aliyê ajanên Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ve hatibû organîzekirin de hat kuştin.

FBI ragihand ku gumanbar dema dema binçavkirina wî ya li bajarê Provo ê li başûrê Salt Lake City, hate kuştin.

FBIyê yê têkildarî nasnameya Robertson agahî nedayî, diyar kir ku lêpirsîn dewam dike.

Li gorî îdianameya ku ji aliyê dozgeriya giştî ya Utah ve hatiye amadekirin, Robertson her wiha Serdozger Merrick Garland û Serdozgerê Eyaleta New Yorkê Lettitia James jî kirine hedef û di hesabên xwe yên medyaya civakî de gelek caran gef li Biden û van kesan xwariye.

Robertson her weha gefa kuştinê li Dozgerê Navçeya Manhattanê Alvin Bragg yê serokê berê Donald Trump rexnedikir jî xwariye.

Gefa kuştinê li kamala Harris tê xwarin

Gumanbarê ku di destpêka 70-salî ye, di posta xwe ya vê hefteyê de got,

“Min bihîst ku Biden tê Utah. Ez toza çeka sekvanî ya M24 paqij dikim.”

Li gorî îdîanameyê, Robertson gef li Cîgirê Serok Kamala Harris û Serdozgerê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Merrick Garland û herwiha Biden xwariye.

Wî bi twîttekê gotiye, “Wext ji bo kuştina serokatiyek an du kesan rast e. Pêşî Joe, paşê Kamala!”.

Di îdianameyê de gelek wêne hebûn, di nav de tivingeke nîv-otomatîk a ku Robertson li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, ku wî wekî “hilweşandina Demokratan” binav kir.

Ajansa nûçeyan a AP, li ser çavkaniyên ku lêkolînê dikin, ragihand ku gumanbar di dema operasyona FBI de çekdar bû.

Back to top button