Greenfield: Daxuyaniya Sûdanê gelekî kirête

Hikûmeta Sûdanê gefa girtina nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li welatê xwe xwaribû.
Li ser vê yekê Greenfield bertek nîşanî û daxuyaniya Sûdanê weke tişteke kirêt pênase kir.
Li aliyê din şerê di navbera Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) û artêşê de hêjî didome.

Hikûmeta Sûdanê diyar kiribû ku heke Konseya Ewlekariyê der barê rewşa Sûdanê de bê agahdarkirin, dê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li welatê xwe bigire.

Nûnera Daîmî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield bertek nîşanî vê helwesta hikûmetê da.

Greenfield daxuyaniya Sûdanê weke tiştekî kirêt pênase kir û got:

“Tu welat nikare ne axaftvanekî, ne jî Neteweyên Yekbûyî bêdeng bike.”

Her wiha Greenfield bal kişan ser şerê heyî û diyar kir ku dîmenên ji Sûdanê derdikevin, gelekî metirsîdar in.

Greenfield diyar kir raporên pêbawer hene ku piştrast dikin Hêzên Piştgiriya Bilez hovîtî, kuştin û tundûtûjiya zayendî li dijî jinan li Rojavayê Darfûrê dikin.

Haq: Rewşa sivîlên li Sûdanê gelekî xirabe

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq diyar kir, rewşa sivîlên ku hewl didin ji welêt birevin her ku diçe xerabtir dibe.

Haq destnîşan kir, sivîlên li Sûdanê li hember êrişên wek tacîz û diziyê, gelekî bitirs in.

Şerê li Sûdanê didome

Tevî hemû hewildanan jî heta niha li Sûdanê şerê di navbera Hêzên Piştgiriya Bilez û artêşê de bi dawî nebûye.

Ji ber şerê heyî bêtirî 3000 kesî ku piraniya wan sivîl in jiyana xwe ji dest daye û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Her wiha 4 mîlyon kes ji neçarî li hindir û derveyî welêt koçber bûne.

Bêtirî 700 hezar kes jî revyane welatên cîran.

FAO: Bêtirî 20 mîlyon Sûdanî bi birçîbûnê re rûbirû ne

Back to top button