Foza Yûsif: Divê hemû Kurd li hember êrîşan dakevin qadan

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Foza Yûsif jî êrîş şermezar kir û ragihand ku êrîşên li dijî Şengal û Mexmûrê, dewamkirina qirkirina DAIŞê li dijî gelê Êzidî û Mexmûrê ye û li hember êrîşan banga serhildanê kir.

Foza Yûsif da zanîn ku ev êrîş serweriya Iraqê û hevpeymanên navnetewî binpê dike û got:

“Divê gelê me li her cihî li dijî van êrîşên hov û şerê qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê me yê Kurd pêk tîne, rabe.”

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Foza Yûsif teqez kir ku ev êrîş, vîna gelê Kurd naşkîne û doza Kurdî bûye dozeke herêmî û cîhanî.

Hediye Şemo: Tirkiye, dîrok û çanda Kurd a kevnar dike armanc

Endama Tevgera Jinên Êzidî Hediya Şemo jî diyar kir ku, Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Şengalê, dîrok û çanda Kurd a kevnar dike armanc.

Hediya Şemo got:

“Piştî gelek malbatên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûbûn, biryara vegerê da, dagirkeriya Tirk dest bi êrîşên xwe yên li ser Şengalê kir.”

Tê zanîn, di nava du rojên dawî de, zêdeyî 40 malbatên Êzidî vegeriyan Şengalê.

Back to top button