Dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafirên şer êrîşî Mexmûr, Şengal û Qendîlê kir û ew bi giranî bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Tirk, saet 12’an êrîş bir ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr).
Hemwextî êrîşa li ser Mexmûrê, dewleta dagirker êrîş bir ser Şengalê jî û sivîl birîndar bûn.
Her wiha êrîş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê jî hebûn.
Balafirên artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneya Serdeşt jî di nav de navçeya Xanesor, gundên Bara û Şilo yên başûrê Şengalê bi awayekî yekser bombebaran kirin.
Piştî bombaranê jî, balafirên keşfê bi saetan li ser herêmê geriyan.