Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê, li 2 bajarên Fransayê hatin şermezarkirin

Piştî van êrîşên asmanî yên dewleta dagirker, Kurdên li Fransayê daketin qadan.

Li paytexta Fransa Parîsê, li banliyoya Vîllîers le Belê, êrîşa asmanî ya dewleta Tirk bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de, dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Bimire rejîma faşîst a Tirk” hatin qîrîn.

Li bajarê Toûloûse jî komek Kurdistanî li hev kom bû û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, çalakiyek li dar xist.

Back to top button