Li Şamê 3 hezar û 200 îmze hatin komkirin

Pêngava komkirina îmzeyan ya ku li Şamê hatibû destpêkirin îro bidaxuyaniyekê bidawî bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
Li Şam û gundewarên wê 3 hezar û 200 îmze hatin komkirin.

Daxuyanî ji aliyê Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re azadî ya Şamê hate dayîn.

Însiyatîfê diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava komkirina îmzeyan hatiye destpêkirin li Şamê jî hate destpêkirin.

Hate gotin:

“Rêber Apo ji bo tevahî gelan bi rêya fikir û felsefeya xwe rêyek nû çêkir û niha bi melyonan kes li ser vê rêkê dimeşin.

Em jî, ji bo xwedîderketin li vî fikirî, beşdarê pêngava komkirina îmzeyan bûn.

Li gorî wê jî me 3200 îmze kom kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hate kişandin ser hilbijartinên şaredariyan yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û ev tişt hat gotin:

“Gelê Kurd careke din îsbat kir ku ew dikare li hember her cure êriş û planan bisekin e.

Em bang li gelê xwe yê li Bakurê Kurdistan, Tirkiyê û li her derê dikin ku bi vî ruhî asta têkoşîna li hember faşîzmê xurtir bikin.”

Encama kampanyaya îmzeyan wê 7’ê nîsanê were eşkerekerin

Back to top button