Heyva Sor a Kurd rojane derdora 190 koçberî derman dikin

Heyva Sor a Kurd ku saziya tekane di milê tenduristiyê xizmetê pêşkêş dike, rojane 190 koçberî derman dike.

Hevyva Sor a Kurd rojane bi îyadeyeke gerok li bejahî û herêmên koçber lê bicihbûne digere.

Heyva Sor rojana derdora 190 koçberên li Reqayê dimînin derman dikin ku piraniya wan jin, zarok û îxtiyar in.

Endamê Îyadeya gerok Xelîl Ehmed da zanîn ku Heyva Sor a Kurd bi hemû hêz û derfetên xwe kar dike û 24 saetan xizmetê pêşkêşî sivîlan dike.

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Meclisên bajaran ji bo ku zû xwe bighêjînin kesên nexweş û koçberan serjimariyên wan digrin.

Leave a Reply

Back to top button