YPJ’ê nasnameye şervaneke xwe eşkere kir

YPJ’ê nasnameya şehadeta şervana xwe Hela Serêkaniyê eşkere kir. 

Fermandariya giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervana xwe Ebîr Fayiz bi nasnav Hela Serêkaniyê eşkere kir.

YPJ’ê da zanîn ku şervana wan Hela Serêkaniyê 1’ê Çileya îsal dema li ser karê xwe bû şehîd bû û derbarê wê de ev got:

”Hevrê Hela wek jineke ciwan a Ereb ji navçeya Serêkaniyê, beşdarî nava refên azadiyê bû.

Ew bi rihê yekîtiya gelan a ku azadiya civakan mîsoger dike, bû sozdara azadiya gelê xwe.”

YPJ’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan û rakirina tolan wan jî da.

Li gorî daxuyaniya YPJ nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Hela Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Ebîr Fayiz
Navê dayik: Şemsa
Navê bav: Fayiz
Cihê jidayikbûnê: Zirgan
Cih û dîroka şehadetê: 01.01.2023, Herêma Firatê.

Back to top button