“Operasyona QSD’ê xwedî bandoreke erênî ye”

Rûspiyên eşîrên Holê piştrast kir ku bandorên erênî yên operasyona ‘Birûska Cizîrê’ li ser herêmê hene û bang li şêniyan kir ku piştgiriyê bidin QSD’ê.
Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê jî piştgiriya xwe bi operasyonê re nîşan da.

Operasyona Birûska Cizîrê dewam e. Piştgiriya bi operasyonê re jî zêde dibe.

Rûspiyên eşîrên ereb vê Operasyonê bi erênî dinirxînin ..

Têkildarî wê, rûspiyê eşîra El Ceibûr a navçeya Holê, Esed El Zahir El Milhim axivî ..

Esed El Zahir destnîşan kir ku bandorek erênî ya operasyona QSD’ê li ser herêmê ye û got:

“Ew armanc dike herêmê biparêze û ewlehiyê tê de pêk bîne.”

El Milhim piştrast kir ew piştgiriya operasyonê ji ber wê operasyon terorê û kesê ku hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, tune bike.

Rûspiyê eşîra El Tefîhiyîn, Mihemed El Elî jî got :

“Em destekê didin QSD’ê û hêzên ewlehiyê û diyar kir ku ew li kêleka wan in.

Girîng e ku gel bi hêzên ewlehî û leşkerî re bibe alîkar ..”

Back to top button