Başûrê Kurdistanê..Di 8 salan de 135 hezar û 700 kesî koç kirine

Di nava 8 salên dawî de zêdetirî 135 hezar kesî ji Başûrê Kurdistanê koç kirine. 

Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane Herêma Kurdistanê amar li ser koça welatiyan belav kir.

Li gorî komeleyê, di nava heşt salan de 135 hezar û 700 kesî ji Başûrê Kurdistanê koçî dervey welat kirine.

Ji wan 366 kesî di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane û hejamrek zêde jî winda ne.

Serokê Komeleyê Ebobekir Elî sedemên koçkirina gel bo derveyê welat eşkere kir û ev tişt anî ziman:

“Sedemê sereke yê koçberiya ji Başûr ew e ku bêdadiyek zêde, bêkarî û nebûna derfetên kar heye.

Ti hêviyek zelal ji siberojê tineye.”

Li gorî Elî tenê di sala 2021’an de 151 welatî ku piraniya wan ciwan bûn, di rêya koçberiyê de bûn qurbanî.

Back to top button