Selah Sîno: Ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê em nikarin karê xizmetgûzariyê bikin

Hikûmeta şamê dorpêça li ser Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girantir kiriye.
Rêveberê Şaredariya Gel a herdû taxan Selah Sîno diyarkir ku ji ber dorpêçê wek şaredarî ew nikarin projeyên xizmetguzariyê bibin serî, temam bikin.

Têkildarî dorpêça Hikûmeta Şamê a li ser Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Rêveberê Şaredariya Gel a herdû taxan Selah Sîno ji ajansa Hawarê re axivî û got:

“Gelek pirojeyên mîna ziftkirina kolana û çeksazkirina kanalîzasyonê em tê de dixebitîn, lê Firqeya 4’an a hikumeta Şamê nahêle pêdîviyên me derbas bibin.

Ev yek jî dihêle ku projeyê me yê xizmetguzarî neçe serî temam nebe”

Selah Sîno da zanîna ku dorpêç dê encamên gelek xerab bi xwe re bîne û ev yek li axaftina xwe zêde kir:

“Sotemenî diqede, ger dorpêç dewam bike wê jiyan li herdû taxan pir xerab bibe, bêkarî û nexweşî zêde bibe.”

Sîno di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên peywendîdar kir ku li hemberî siyaseta dorpêçê ya Hikûmeta Şamê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Back to top button