Tevgera Talîbanê ku ji bo cejana Remezanê ku wê di vê hefteyê de dest pê bike, agirbest ragihand.
Tevgera Talîbanê têkildarî mijarê daxuyanî da û destnîşan kir,ew ê di 3 rojên cejnê de li tavahî Efxanistanê ti êrîşan pêk neyînin.
Tevgerê anî ziman ku heger ew rastî êrîşan hatin, ew ê bê bersivê nemînin.
Di demekê de, Amerîka dest bi vekişîna 2 hezar û 500 leşkerên xwe ji Efxanistanê kiriye, asta êrîş û tevliheviya ewlehî li wir pir bilind bûye.
Jixwe Şemiyê ji ber teqandina erebeyekê li Kabula paytext zêdeyî 58 kesî jiyana xwe ji dest da.