Aloziya di navbera Filistînî û hikûmeta Îsraîlî de berdewam e

Aloziya di navbera Filistînî û hikûmeta Îsraîlî de berdewam e.
Artêşa Îsraîlî jimareke nuqteyên çavdêriyê yên li Xezayê da ber topan.

Pergala Parastinê ya Îsraîlî jî 2 mûşekên ji Xezayê berdayî, li jora Esqelanê bêbandor kirin.

Li aliyekî din, dadgeha Îsraîlî doza valakirina Xaniyên 28 malbatên li taxa Şêx Cerah dereng xist.

Li gorî malpera “Walla” ya Îbrî, sedema bipaşxistina vê dozê ku biryar bû îro pêk hatiba, ew e da ku mesele ji vê yekê zêdetir gur nebin.

NY ji aliyê xwe ve bang li Îsraîlê kir ku ji kirinên xwe yên li dijî Filistîniyan vegere.

Tê payîn, Konseya Navdewletî îro der barê geşedanên li Filistînê de, rûniştineke taybet li dar bixe.

Sibe Sêşemê jî, “Rêxistina Hevkariya Îslamî” di heman derbarê de civîneke awarte li ser asta şanderên mayînde li dar dixe.

Back to top button