DI BOMBEBARANKIRINA XAN ŞÊXÛNÊ DE 4 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Piştî binpêkirina agirbesta demkurt, şerê hêzên rejîma Sûrî û çeteyên opozîsyonê dewam dike û dîsan hêzên rejîmê li gundewarê Hemayê bi pêş ve diçe.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji duh êvarî ve û heta danî vê sibehê şerê herdu aliyan ranewestiyaye ku heta niha 45 êrîşên asmanî bi ser başûrê gundewarên Idlibî de hatine avêtin.

Her wekî balafirên rejîmê 52 bermîlên teqîner bi ser başûrê Idlibê û Kefer Zîta li bakurê Hemayê de berdane.

Çavdêriyê teqez kir ku di encama bombebarankirina balafirên Rûsî de, li Xan Şêxûnê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên rejîmê, bêhtirî 360 êrîşên bejahî ku gundewarên başûr û başûr-rojavayê Hemayê û başûrê Idlibê kirine armanc, pêk anîne.

Di encamê de hêzên rejîmê karîbûn gundê Erbî’n ê stratejîk kontrol bikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku hêzên rejîmê, aniha ber bi bajarokê Kefer Zîta ve diçin.

Duh jî şerekî dijwar li Sehl el- Xab di navbera wan de qewimîbû.

Di encamê de 6 çeteyên dewleta Tirk û 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button