KCK: DIVÊ 3’Ê TEBAXÊ WEKE ROJA QIRKIRINÊ BÊ QEBÛLKIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku divê êrîşa DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an a li dijî Êzidiyan weke qirkirinê bê qebûlkirin. Ji ber êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinên Êzidî jî divê 3’ê Tebaxê weke Roja Femînîsîdê bê qebûlkirin. KNK’ê jî ferman bi bîr anî û hêvî kir ku bibe sedema tifaqa navxweyî.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de daxuyaniyek da.

KCK’ê destpêkê balkişand ser roja êrîşê û got:

Hêzên leşkerî yên li herêmê li ber xwe nedan.

12 Gerîlayên HPG’ê dest li rewşê werdan û bi hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin.

Şervanên YPG û YPJ’ê destek dan û nehiştin ku Şengal bi temamî bikeve destê DAÎŞ’ê.

” Gerîla yek ji lehengiyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê nîşan dan û di serî de hêzên leşkerî û siyasî yên li herêmê mirovahî hemû ji şerma qirkirinê rizgar kirin.”

KCK’ê nebûan statuyekî xweser a Êzidiyan weke şermeke mirovahiyê bi nav kir.

Divê dewleta Iraqê beriya ku dereng bikeve statuya xweser û azad a Êzîdxanê bi destûra bingehîn ewle bike.

Her weha hemû partî û rêxistinên Kurd xwedî wê berpirsyariyê ne, ku ji bo azadî û xweseriya Êzîdxanê bi berpirsyarî tevbigerin.”

KCK’ê diya kir ku divê ev êrîş weke qirkirin were qebûlkirin.

” Divê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî êrîşê weke qirkirinê qebûl bikin.

Ji ber êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinên Êzidî jî divê 3’ê Tebaxê weke Roja Femînîsîdê bê qebûlkirin, jin bantên reş bi xwe ve bikin û tevahiya mirovahî piştgiriyê bide vê yekê. ”

KCK’ê bi bîr xist ku bi mehkûmkirina êrîşên dijî jinên Êzidî divê zîhniyeta serdestiya mêr li cografyaya ku derkete holê ji holê bê rakirin.

KCK’ê diyar kir ku divê mirovahî bi vê rastiyê zanibe ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo mirovahiyê aştî, demokrasî û azadî ye.

KCK’ê dawiyê ji bo pêkanîna hesreta jinên Êzidî soza xwe ya ji bo têkoşîna Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk di bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk de dubare dikin.”

KNK: BI HÊVIYA KU EV ÊRÎŞ BIBE SEDEMA TIFAQA NAVXWEYÎ

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê jî bi daxuyaniyekê Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê bi bîr anî û got:

Vê êrîşê rastiya ku divê Şingalî xwe biparêzên û rêvebibin derxist holê. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şingal xwedî statûteyek teybet û xweser be.

KNK’ê hêvî kir ku ev êrîş bibe sedema tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bidin hev û Kurdistanê biparêzin.

 

Leave a Reply

Back to top button