Îro vê sibehê dewriyeyeke hevbeş a polîsên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li hember Dirbêsiyê û Zirganê pêk hat.
Dewriya hevbeş ji gundê Şêrk ê rojavayê navçeya Dirbêsiy, her wiha li gundên naveyên Dirbêsiyê û Zirganê dest pê kir.
Di dewriyê de 4 panzêran ji aliyên Rûsa û Tirk tevî 2 helîkopteran pêk hat.
Ev dewriye li gorî pêkanîna peyman Sochî ya ku Erdogan û Pûtin di 22’ê Cotmeha sala borî de îmze kirine pêk tê.
Hê jî polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên artêşa Tirk a dagirker dewriyeyên hevbeş li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li Bakurê Sûriyê pêk tînin.



