Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Reco 4 sivîl revandin

Di çarçoviya guhartina demografiya Efrînê de dewleta Tirk û çetayên wê kirayrên Hovane pêk tînin. Çete li navçeya Reco 4 sivîl revandin û mewsima Bahêva Şîn jî talan dikin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Demhat Abdîn Silêman yê ji gundê Goliya jêrîn ê navçeya Reco revand.

Li navçeya Reco ya Efrînê jî çeteyan şêniyên bi navên Hebeş Reşîd Hebeş, Adil Xelîl Sîdo û Mihemed Bêrem Elo yên ji gundê Bedîna revandin.

Li gundê Enqelê ya navçeya Şiyê jî çetayan şêniyê bi navê Mihemed Reşîd revand.

Çete mewsima bahîva şîn li Efrînê talan dike

Li aliyek din çavkaniyên herêmî diyar kir ku li gundên navçeyên Reco û Mabata yên Efrînê Çeteyan mewsima Bahîva Şîn talan dikin.

Her wiha ji bo ferz kirina baceyan, çeteyan dikanên sivîlan li taxa Eşrefiyê ya Efrînê bi jimar kirin.

Back to top button