“Bila zext li dewleta Tirk were kirin da ku ava Firatê berde”

Saziyên Civaka Sivîl ên Tebqayê banga rawestandina sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê kir.

Saziyên Civaka Sivîl ên Tebqayê bi boneya salvegera 4’emîn a rizgarkirina Tebqayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navneda Saziyên Civaka Sivîl a li Tebqayê hate dayîn.

Saziyan salvegera rizgarkirina Tebqayê li şêniyên wê û hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir..

Saziyan bi vê boneyê bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku qanûnûn navnetewî pêk bîne û ava çemê Firatê berde.

Back to top button