Li çolistana Sûriyê, di êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê li dijî DAIŞ`ê de 6 çete hatin kuştin.
Di saetên borî de balafirên şer ên Rûsyayê zêdeyî 45 êriş li herêma Cebel El-Beşerî ya di navbera Reqa-Dêrazorê û gundewarê rohilatê Hemayê de û deverên li çola El-Sexnê ya li rojhilatê Humisê pêk anîn.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di êrişan de herî kêm 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Çavdêriyê duh ragihandibû ku di encama teqîna du mayîn li herêma Cebel El-Emûr ê li rojavayê herêma El-Sexnê de 7 leşkerên hikumetê hatine kuştin û 18 jî birîndar bûne.