Meclisa navçeya Til Rifetê: Dewleta Tirk cesaretê ji bêdengiya hêzên navnetewî digire

Şevê din dewleta Tirk a dagirker careke din navçeya Til Rifet topbaran kir. Di encamê de Nadirê 5 salî jiyana xwe ji dest da û Mihemed Îsa yê 8 salî birîndar bû. Meclisa navçeya Til Rifetê bi daxuyaniyek êrîşên li ser şêniyên Til Rifetê û koçberê Efrînê şermezar kir.

Daxuyanî li cihê top lê ketî hat dayîn.

Meclisê bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker cesaretê ji bêdengiya hêzên navnetewî digre.

Meclisa Til Rifetê dest nîşan kir ku armanca Tirkiyê ji van êrîşan tirsandin gel û valakirina herêmê ye û got:

Topên Tirkiyê ferqê naxe navbera Kurd û Ereban de. Lê xwişk û biratiya gelan hedef digre.

Em jî teqez dikin ku heta têkbirina plana Osmanî emê li ber xwe bidin.

Meclisa Til Rifetê di serî saziyên mafê mirovan bang li hêzên navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û qirkirina etnîkî biseknînin.

Her weha banga dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û darizandina sûcdaran kir.

Meclisa Til Rifetê teqez kir ku têkbirina plana Tirkiyê bi çareseriya Sûrî-Sûrî pêkane.

Back to top button