Piştî Meret Numan, rejîmê berê xwe daye Seraqibê

Piştî bajarê Meret Numan, li Idlibê rejîma Sûrî berê xwe dide bajarokê Seraqib yê stratejîk û tenê 2 KM mane ku têkeviyê.

Bi vê yekê û tenê ji 24 vê mehê rejîm dikarî 37 herêman bi dest bixe û nîvê parêzgeha Idlibê kontrol bike.

Têkildarî mijarê nûnerê DYA li Sûriyê Jeims Jeffrey diyar kir ku di encamê êrîşên rejîma Sûrî ku bi desteka Rûsyayê ne, derdora 700 hezar kes ji Bakur-Rojavayê Sûriyê koçber bûne û ev yek bi Kirîzeke Navdewletî bi nav kir.

Bidestxistina rejîma Sûrî ji bajarê Meret Numan re, rê ber bi gelek herêmên din yên stratejîk li Idlibê, li pêşiya rejîmê vekir.

Di navber rejîma Sûrî û bajarokê Seraqibê de tenê 2 KM mane.

Nêzîkbûna rejîmê ji Seraqibê re, piştî bidestxistina 37 dever û herêman pêk tê.

Rejîmê Xan Toman kontrol kir û nêzî riya M5 dibe

Pêşketinên rejîmê tenê li Idlibê sînordar neman, lê belê li Helebê jî, piştî şerekî giran herêma Xan Toman kontrol kir û nêzî riya navdewletî ya M5 li gundewarê Helebê bû.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku ji 24 Çileyê ve 192 leşkerên rejîmê û 209 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Her wiha bi hezaran kes koçber bûne.

Piştî însyatîfa Fermandariya QSD’ê ku gtibû “ew amade ne pêşwaziya koçberên Idlibê bike”, Îro beşa sêyemîn a koçberên Idlibê ku ji 80 malbatî pêk tê derbasî bajarê Minbicê bû.

Têkildarî şerê li Bakur-Rojavayê Sûriyê nûnerê DYA li Sûriyê Jeims Jeffrey axivî.

Jaffrey: 700 hezar koçber berê xwe dane Tirkiyê

Jeffrey ku beriya niha çavên xwe li ser encamên êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê girtibû diyar kir ku di encamê êrîşên rejîma Sûrî ku bi desteka Rûsyayê ne, derdora 700 hezar kes ji Bakur-Rojavayê Sûriyê berê xwe dane Tirkiyê û ev yek bi ”Kirîzeke Navdewletî” bi nav kir.

Back to top button