Rûspiyê eşîrên Ereb ên Tebqayê endamên Hêzên Ewlekariyê xelat kirin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên herêma Tebqayê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo keda wan xelat kirin.

Ev xelat bi pêşengtiya Meclisa Lihevanînê ya Eşîran, bi amadebûna bi dehan şêx û rûspiyan û hin fermandarên QSD’ê hat dayîn.

Di serdana bendên ewlehiyê de, li ser navê Meclisa Lihevanînê ya Eşîran Şêx Fewaz El-Bêg axivî û ked xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parastina ewlehiya herêmê bi bîr xist.

Fewaz El-Bêg diyar kir ku gelek hewldan hatin kirin da ku ewlehiya herêmê xirab bikin lê bi saya keda hêzên ewlehiyê hewldan negihiştin serî.

Back to top button