Parlementerê Iraqê Nadir Merîwanî: Ji bo çareserkirina taynkirina li Kerkûkê projeyek heye

Parlamenterê Iraqê Merîwan Nadir diyar kir ku bi riya projeyekê hewl didin rêjeya tayînkirina li Kerkûkê ji bo Kurd, Ereb û Tirkmenan bikin ji sedê 32.

Her çiqas rêjeya herî zêde ya şêniyên Kerkûkê Kurd in, lê piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an bi hînceta nehevsengiyê hejmara karmendên Kurd ên li saziyan Kerkûkê hatin kêmkirin.

Berî çend rojan Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê lîsteya navên kesên li Wezareta Perwerdeya Iraqê ji bo tayînkirinê hatî amadekirin parve kir.

Herî zêde ji pêkhateya Ereb di lîsteyê de cih girtibûn.

Ev jî bû sedema nerazîbûna pêkhateyên kurd û tirkmen û daxwaza betalkirina lîsteyê kirin.

Parlamenterê Iraqê û Endamê Lijneya Perwerdeyê Merîwan Nadir diyar kir ku niha parlamentoya Iraqê hewl dide ku li Kerkûkê bi projeyek yasayê mijara tayînkirinê çareser bike.

Parlamenterê Iraqê Merîwan Nadir eşkere kir ku bi riya projeyê hewil didin rêjeya tayînkirina li Kerkûkê ji bo Kurd, Ereb û Tirkmenan bikin ji sedê 32.

Back to top button